KCK’ê ji bo rojnamevan Celal Başlangiç peyama sersaxiyê da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Rojnamevan Celal Başlangiç peyama sersaxiyê weşand û got:
“Em bi rêzdarî bejna xwe li ber hevrêtiya wî ya bi gelê Kurd re, vegotina wî ya bi wêrekî ya rastiyê, baweriya wî ya bi têkoşîna demokrasiyê ditewînin.”

KCK’ê diyar kir ku Celal Başlangiç gelek tevkarî û ked ji bo çapemeniya Kurd kiriye û got:

“Celal Başlangiç di demên herî zehmet de bi têkoşîna gelê Kurd re bû.

Her cure xeterî li ber çav girt û êş, zehmetî û komkujiyên ku bi serê gelê Kurd hatine, nivîsand û anî ziman.

Gelek sûcên ku dewletê li Kurdistanê kirî, derxist holê û têkildarî rastiyê raya giştî agahdar kir.

Sûcên dewletê yên li Kurdistanê, derxist holê û tevkariyeke mezin kir ku rastiya dewleta Tirk bê dîtin.

Ji ber ku rastî digotin ji aliyê dewletê ve zext û ceza lê hatine ferzkirin.

Lê serî li ber ti zext û gefan netewand û dest eşkerekirina heqîqetê berneda.”

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Celal Başlangiç û civata çapemeniya azad a demokratîk re xwest.

Back to top button