Rojnamevan Celal Başlangiç li bajarê Koln ê Almanyayê li nexweşxaneya ku tedawiya penceşêrê lê didît, jiyana xwe ji dest da.
Rojnamevan Celal Başlangiç di sala 1956’an de li Stenbolê ji dayik bû.
Di sala 1975’an de dest bi rojnameya Ege Ekspres kir.
Piştre bi rêzê ve di rojnameyên Demokrat Îzmîr (1977) û Polîtîka (1979) de xebitî.
Di navbera salên 1981-1984’an de Nûneriya Herêma Edene ya rojnameya Cûmhûriyet, Şeftiya Servîsê ya Polîtîkya Hundir û Midûriyeta Karên Nivîsê kir.
Bû damezrînerê rojnameya Evrensel û bû midûrê weşana giştî.
Di nava damezrînerên rojnameya Radîkal de cih girt.
Her wiha bû derhênerê weşana damezrîner a Arti TV û Arti Gerçek’ê.
Rojnamevan Celal Başlangiç xwediyê gelek xelatên rojnamevaniyê ye.
Rojnamevan Celal Başlangiç bi nûçeyên xwe yên têkildarî komkujiyên di salên 1990’î de li Kurdistanê qewimîne, hatibû naskirin.
Rojnamevan Celal Başlangiç di navbera salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de, bi armanca piştgiriyê bide xebatên Çapemeniya Azad demekê li Kurdistanê rojnamevanî kiribû.



