Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçê zêde dibin. Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û teqezî bi berxwedanê kirin.

Rûspiyê êla El Sade El Tifêhîn a li Holê Deham El Xelef li ser armanca êrîşan got:

“Armanca van êrîşan bi esasî têkbirina neteweya demokratîk û nûjenkirina xewna dewleta osmanî ye.

Bi kuştinê, koçberkirinê û têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê, dixwazin armancên xwe pêk bînin.

Lê bi saya vîna gelê herêmê hewldanên wan dê bin kevin.”

Rûspiyê êleke bajarê Holê Hemîd El Receb jî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên ne rewane û got:

“Bila dewlata Tirk bizanê çi dibe bila bibe em serî ji dewleta Tirk re natewînin û berdêl jî çibe em ê bidin. Em dest ji axa xwe ber nadin.”

Herî dawî rûspiyê êla El Begare Şayib Ebdullah El Gemer jî anî ziman ku ew ê heta dawiyê li hemberî dijminan li ber xwe bidin.

Back to top button