Li Şengalê Cimaya xwedawendê xewnan Şêxalê Şemsa hate pîrozkirin

Êzidiyên ku li Kampên Başûr û li Şengalê dimînin Cimaya Quba Şêxalê Şemsa ya li navbera gundê Behreva û Barê ya Xanesorê dikeve, bi awayeke girseyî pîrozkirin.

Di baweriya Êzdiyan de her tiştek xwedawendê xwe heye.

Êzidiyan di dîrokê de bi baweriyek mezin pişta xwe bi xwedawendên xwe ve girêdane.

Di rewşên xweşî an jî nexweşiyê de, di demên çûyîn û hatinê de, ji bo dayîna hêz û vînê, gilî û daxwazên xwe timî gihandine xwedawendên xwe.

Şêxalê Şemsa jî yek ji xwedawendên Êzidiyane.

Di baweriya Êzdiyan de Şêxal xwedawendê xewnane.

Dema kesek xewnek bibîne û lê giran were, ji bo dilê wan aram bibe serdana Quba Şêxalê Şemsa dike.

Kesên xewnên nexweş bibînin, ji Quba Şêxalê Şemsa kêmek ax dibin û dema dinivin dixin bin serê xwe, ji bo xewnên nexweş nebînin.

Civaka Êzidî ji bo karibe vê çanda kevnar biparêze girîngiyek mezin dide cihên xwe yên pîroz.

Parastinan van cihên pîroz weke parastina çanda Êzidiyan tê dîtin.

Piştî fermana 3’ê tebaxa 2014’an cara yekemîne bi girseyî tê pîrozkirin

Ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a heta niha cara yekemîne Cimaya Qûba Şêxalê Şemsa bi awayeke girseyî tê pîrozkirin.

Quba Şêxalê Şemsa dikeve navbera gundê Barê û Behrava ya Xanesorê.

Mîna her mezargeheke Êzidiyan duh xelkê berê xwe dan ber qubê û xêra xwe belavkirin.

Îro jî bi sedan xelkê Êzidî yên ji kampên Başûrê Kurdistanê û Şengalê bi armanca beşdariya di pîrozbahiya cimayiyê de berê xwe dan ber mezargehê.

Di roja dawî de Periyên Qubê li ber beytên olî û tilîliyan hate siwarkirin.

Her wiha xelkê li ber dengê dahol û zirnayê govend gerandin.

Back to top button