4’ê Gulana sala 1937’an Komkujiya Dersimê destpêkir.
Sibê salvegera wa ya 87’mîn e.
Bi boneya salvegera komkujiyê, li Dêrsîmê bernameya bîranînê hate lidarxistin û 40 şitil hatin çandin.
Di merasîmê de, hat diyar kirin zarok û neviyên Seyîd Riza têkoşîna xwe ya li dijî roja reş didomînin û hat gotin: “Em ê hesabê van komkujiyan bipirsin.”
Ji serdema Osmaniyan heta roja me, bajarê Dêrsimê yek ji wan bajarê Kurda ye ku hema hema rastî hemû êrişên desthilatdarên demê hat.
4’ê Gulana 1937’an, Komkujiya Dersimê destpê kir û sibê salvegera wê ya 87’mîn e.
Li gorî daneyên fermî 13 hezar kes û li gorî çavkaniyên herêmî jî nêzî 70 hezar kes hatin qetilkirin.
Her wiha bi deh-hezaran kes bi darê zorê hatin koçberkirin.
Bi boneya salvegera komkujiya li Dêrsîmê, bernameya bîranînê hate lidarxistin û 40 şitil hatin çandin.
Di merasîmê de, pêşengên berxwedana li dijî komkujiyê Seyîd Riza û rêhevalên wî li gundê Axdat ê Pulurê hatin bibîranîn.
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk DAD, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî, Şaredariya Dersimê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, xizmên Seyîd Riza tevlî merasîma bîranînê bûn.
Di bîranînê de dest pê kê rêz hate girtin û piştre jî çerax hatin vêxistin.
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan, gotinên Seyîd Riza ên di dema bidarvekirinê de bi bîr xist û got:
“Em ê şopa Seyîd Riza û yên li gel wî ku ji bo gel, bawerî û nasnameya xwe ya neteweyî canê xwe feda kirin bişopînin.
“Îro neviyên Seyîd Riza û nifşên ciwan têkoşîna xwe didomînin”
Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete jî bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û ev tişt anî ziman:
“Ev der bîra gel e, hafize ye û piştperdeya wê ye.
Ji ber vê yekê di serî de Dersim, li hemû deverên komkujî lê hatin kirin ji ewil cihên civakî hatine qirkirin.
Hevseroka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî 4’ê Gulanê weke “Roja reş” pênase kir û ev tişt anî ziman:
“Li tu deverekê dinyayê xerabiyeke wiha birêxistinkirî nehatiye dîtin.
Lê îro neviyên Seyîd Riza û nifşên ciwan têkoşîna xwe ya li dijî roja reş didomînin.
Divê li dijî vê xerabiya birêxistinkirî, em jî berxwedaneke birêxistinkirî raber bikin.
Li wir Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan jî destnîşan kir ku komkujiyê di hafizeyê de şopên kûr hiştiye û got: “Em ê hesaba van komkujiyan bipirsin.”
Wê sibe jî li navenda bajar bîranîna 4’ê Gulanê bê lidarxistin.



