Şer û aloziya li çolistana Sûriyê û herêmên hikumeta şamê bê dawî ye.
Li çolistana Sûriyê di êrişeke çeteyên DAIŞ de 17 leşkerên hikumeta şamê hatin kuştin.
Li dora Şamê jî di êrişeke israîlê de, 8 Leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Resim El Kom a rojhilatê çolistana Sûriyê êriş pêk anî.
Di encamê de 17 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê êriş nuqteyeke leşkerî ya Firqeya 17’an a hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Reqayê ya bin serweriya hikumeta Şame de jî kiribû.
Di encamê de leşkerek hatibû kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.