Duh bi şev artêşa Israîlê li Sûriyê li nêzî Şamê êrişeke hewayî li dijî Milîsên Hizbullahê pêk anî.
Derbarê êrişê de wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku 8 leşkerên wê ji ber êrişa hewayî birîndar bûne.
Wezareta parastinê da zanîn ku êrîş roja Pêncşemê pêk hatin û wiha dewam kir:
Li dijî herêmeke li nêzî Şamê ya li aliyê Golana Sûriyê ya dagîrkirî êrîşeke hewayî pêk hatiye.
Di encama êrîşê de 8 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku Îsraîlê bînayeke li bejahiya Şamê ku ji sala 2014’an ve ji aliyê Hizbullaha Libnanî ve dihat bikaranîn, hedef girtiye.
Artêşa Îsraîlê ji sala 2011’an ve ku ev yek destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ye, bi sedan êrîşên ku çeperên leşkerî û milîsên aligirên Îranê hedef girtine, pêk anîne.
Ji 7’ê Cotmehê ve ku ev yek jî destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye, hejmara êrîşan zêde bûye.



