Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê 

3’ê Gulana 1991’an ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Azadiya Rojnamevaniya Cîhanê hatiye pejirandin.
Her sal Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di asta cîhanê de rapor û daneyên xwe li ser binpêkirinên mafên rojnamevaniyê wedişîne.
Dîsa Tirkiyê, Îran, Iraq, Sûriye, Lubnan û Afganîstan derdikeve pêş, ku rojnamevan bi awayekî azad nikarin karê xwe bikin, bi girtin, zext, êşkence û kuştinê re rûbirû dimînin.

Îro Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê ye.

Di sala 1991’an de li ser pêşniyara Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Neteweyên Yekbûyî 3’ê Gulanê weke ‘Roja Rojnamevaniya Azad’ pejirand.

Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên rojnamevanan her sal di 3’ê Gulanê de teqezî li ser zêdebûna gef û binpêkirinan dikin.

Cîhan bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî di warê azadiya rojnamevaniyê de di rewşa herî xerab de ne.

Li gorî rapora herî dawî ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, rewşa rojnamevanan û rojnamevaniyê li gelek welatên cîhanê dibin kontrola desthilat û hikûmetê de di astek xirab de ye.

Tirkiyê û Îran ji bo Rojnamevanan bûye girtîgehek mezin

Li aliyê din rêxistinê her wiha welatên ku şert û mercên herî xirab ên rojnamevaniyê lê hene bi taybetî jî Rojhilata Navîn bi rengê reş nîşan da.

Her wiha di rapora rêxistinê de welatên Tirkiyê, Îran, Iraq, Sûriye, Lubnan û Afganîstan di rêza herêmeke tarî yên ji bo azadiya çapemeniyê hate diyarkirin.

Ku li wan welatan herî zêde binpêkirin û kuştina rojnamevanan pêk tên.

Bi taybet li gorî raporên rêxistinên rojnamevaniyê, Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Tirkiyê û Îran di rêza welatên ku bûne girtîgehek mezin ji bo rojnamevanan de di rêza yekem û duyem de ne.

Netewên Yekbûyî bang li van welatan dike ku jîngeheke azad û yasayî ji medya û rojnamevanan re dabîn bikin ku bi awayekî serkeftî kar bikin.

 Li Başûrê Kurdistanê Azadiya Rojnamevanan tê binpêkirin

Her wiha di van 33 salên borî de de Iraq bi giştî û bi taybet Başûrê Kurdistanê nekariye jîngehek guncaw ji bo rojnamevaniyê dabîn bike.

Her nêrîn û lêkolîna li ser dozeke gendelî yan jî rexnekirina desthilatdaran bi kuştin û girtinê bi dawî bûye.

Li gor daneyên Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan sala borî 249 binpêkirin li beramber 247 rojnamevanan û saziyên çapemeniyê hatine kirin.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Başûrê Kurdistanê di nava 85 welatên ku ji bo rojnamevaniyê herêmeke tarî û metirsîdar in, di rêza 82’an de ye.

Her wiha li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas û rêxistinên din ên azadiya raman, Başûrê Kurdistanê di serê lîsteya welatên ku azadiya rojnamevanî û rojnamevanan tê binpêkirin de ye.

“Rewşa jinên rojnamevan ji ber cudakariya zayendî nebaşe”

Her wiha Dekana Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Pavê Cemîl jî diyar kir ku rewşa jinên rojnamevan ji ber cudakariya zayendî ne baş e û got:

“Di saziyên çapemeniyê de, jin bi awayekî qels tên nîşandan.

Lê her kes dizane ku jin di hemû serdem û şoreşan de çiqas bandor e û rolên wan jî dizanin.

Back to top button