HPG: Li Zap û Metînayê 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin

Di şerê giran yê li qadên gerîla de 4 leşkerên din ê dagirker bi çalakiyên cuda hatin cezakirin.
Her wiha gerîlayên ku ketin binê konê dagirkeran, tevî kon 5 kamerayên mobesê jî îmha kirin.

Li herêmên Zap û Metînayê di çalakiyên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û gelek amûrên wan jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê berfirehiya çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê eşkere kir.

HPG’ê da zanîn 2’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Golka yê Metînayê, hêzên wan bi çekên nîv otomatîk kete nava konê dagirkeran û got:

“Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin û kon jî hate îmhakirin.”

Li ser çalakiyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî HPG’ê diyar kir 29 Nîsanê û 1’ê Gulanê bi taktîka sûîkastê 5 mobesseyên arteşa Tirk îmha kirin.

Derbarê êrişên dagirkeriyê de jî HPG’ê di dawiyê de agahî dan û wiha got:

Di navbera 1 û 3’ê Gulanê de hêrêmên Garê, Metîna, Zap û Xakurkê bi giştî 22 caran bi balafirên şer û gelek caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

HPG: Li Metînayê 13 dagirker hatin cezakirin

Back to top button