Iraq: Li Bexdayê 640 kes hatin binçavkirin

Berdevkê Wezareta Karên Hindir ya Iraqê ragihand ku di encama hinek operasyonên li taxa Betawîn ya Bexdayê, 640 kesên biyanî û Iraqî hatin binçavkirin.

Mîqdad Mîrî ragihand ku di nava çend rojan de rêze operasyon li taxa Betawîn ya li bajarê Bexdayê li dijî tometbarên dihatin lêgerîn hate lidarxistin.

Mîqdad Mîrî da zanîn ku ev ne cara yekeme li taxa Betawîn operasyona ewlekariyê ya mezin tê lidarxistin,

lê ferqa vê ji yên din ewe ku ev operasyon dibin çavdêriya Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê de hate lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Hindir destnîşan kir ku Ebdul Emîr Şemerî vê operasyonê ji bo vê taxa Betawî ji herêmek bi tawan vegerîne herêmek ya giring ya geştyariyê encam da.

Hêjayî gotinêye ku operasyona li taxa Betawîn, du roj piştî biryara hikûmetê ya ji bo girtina hemû klubên şevê yên li taxa Sadûn ya li kêleka taxa Betawîn hate dayîn, hate lidarxistin.

Ji ber ku ew cîh bi bazirganiya keçan û belavkirina madeyên hişber di hundirê klûban de girêdayî bû.

Back to top button