NY: Êrîşa Îsraîlê ya li Refahê dibe ku bibe komkujiyek

Di roja 209’an de li Şerîda Xezayê aliyekî şer didome û aliyek jî rayedarên filîstînî û hemasê hewl didin agirbest pêk bînin.
Her çi qas Amerîka di agirbestê de nêrînên xwe parve bikin jî ji hêla Îsraîlê ve israra operasyona Refahê hewlên agirbestê vala derdixe, aloziyek nû bi xwe re tîne.
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî ragihand ku her êrîşeke Îsraîlê bo ser Refehê dê jiyana bi sed hezaran kesan bikeve xeterê.

Berdevkê Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku her êrîşeke Îsraîlê bo ser Refehê dê jiyana bi sed hezaran kesan bikeve xeterê.

Îsraîl soz da ku operasyonekê li dijî Hamasê li Refah, li başûrê Şerîda Xezayê, ku nêzî milyonek koçberên ku ji pevçûnên li bakur reviyane û li stargeh û kampên demkî kom bûne, pêk bîne.

Berdevkê Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî Jens Laerke di civîna çapeniyê de axivî û got:

“Ev dibe komkujiyek li ser sivîlan û derbeyek mezin li operasyona alîkariyên mirovî li tevahiya sektorê.

Ji ber ku alîkarî bi giranî ji Refahê tê birêvebirin”

Laerke destnîşan kir ku xebatên li Refahê ji nuqteyên belavkirina xwarinê, di nav de klînîkên bijîjkî û navendên ji bo zarokên ku ji kêmxwarinê diêşin dihewîne.

Amerîka: Ti nîşaneyek ku Hemas êrîşî hêzên me bike nîne

Her wiha Wezîrê Parastina Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniyê de anî ziman ku wî ti nîşanek nedîtiye ku Hemasê plana her êrîşekê Xezayê dike, lê artêş tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina ewlehiya wê digire.

Austin di civîna çapemeniyê de got:

“Ez van agahiyan bi karbidestên îstixbaratê re nîqaş dikim, lê ez di vê demê de ti nîşanekê nabînim ku mebestek bi vî rengî heye.

Lê ev herêm herêmek şer e û dibe ku gelek tişt biqewimin.”

Blinken teqezî li ser pêwîstiya lihevkirina bo dîlan kir

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji Serokwezîr Benjamin Netanyahu re, ku ew di destpêka vê hefteyê de li Tel Aviv civiyan anî ziman ku divê di derbarê dîlan de lihevkirinek were kirin.

Blinken da zanîn ku îxtîmala gihîştina lihevkirinê dest pê kiriye.

Blinken hişyarî da ku bi êrîşa mezin a Îsraîlê ya li ser Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê ev îhtîmal bi tevahî ji holê rabe.

Back to top button