Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen serdana Lubnanê kir.
Von der Leyen diyar kir ku di vê çarçoveyê de dê di navbera salên 2024-2027’an de 1 milyar euro alîkariya aborî bê dayîn.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî jî da zanîn ku wan bi aliyên Qibrisê yên Yewnanî û Yekîtiya Ewropayê re li ser hevkariya penaberan axivîn.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen serdana Lubnanê kir.
Von der Leyen bi Serokwezîrê Libnanê Necîb Mikatî û Serokê Rêveberiya Qibrisê ya Yewnanîstanê Nikos Hristodulidis re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de rewşa penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê gotûbêj kirin.
Ursula von der Leyen ji bo piştgirîkirina îstiqrara civakî-aborî ya Lubnanê,pakêta alîkariyê ya bi nirxê 1 milyar Euro di nav sê salan de ragihand.
Pakêta alîkariyê ya sê salan wê di serî de ji bo reformên perwerdehî, parastina civakî, tenduristî, aborî, bankî û ewlehiyê were bikar anîn.
Von der Leyen anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji bo îstiqrara aborî û civakî ya Lubnanê tevkariyê bike.
YE dê 1 milyar euro alîkarî bide Lubnanê
Her wiha Von der Leyen diyar kir ku di vê çarçoveyê de dê di navbera salên 2024-2027’an de 1 milyar euro alîkariya aborî bê dayîn.
Her wiha Von der Leyen anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina ewlehî û aramiya welêt dê piştgiriyê bide Hêzên Çekdar ên Lubnanê.
Di vê çarçoveyê da alavên eskerî û binesaziya hewce ji bo birêvebirina sînoran bên dabînkirin û leşker bên perwerdekirin.
Von der Leyen da zanîn ku dê li dijî qaçaxçiya koçberan têkoşîn bê dayîn.
Von Der Leyen: li dijî qaçaxiya koçberan têkoşîn bê dayîn
Von der Leyen bal kişande ser wê yekê ku mêvandariya Lubnanê ji penaberên ku ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyane, encamên neyînî yên aborî derdixe holê.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser bandorên krîza li Xezayê ya li ser Lubnanê û got,
“Em bi tevahî piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo agirbestê û serbestberdana hemû girtiyan.”
Von der Leyen da zanîn ku ew ji ber rewşa li başûrê Lubnanê bi fikar in û wiha got:
“Ya ku dikeve metirsiyê ewlehiya hem li Lubnan û hem jî ya Îsraîlê ye.
Ev her du ji hev nayên cudakirin, ji ber vê yekê em bang dikin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku biryara 1701 bi tevahî were sepandin.”
Mîkatî: Pirsgirêka penaberan bandorek neyenî ava dike
Li aliyê din Serokwezîrê Lubnanê Mikatî kêfxweşiya xwe bi serdana von der Leyen û Hristodulidis bo Beyrûtê nîşan da.
Mikatî da zanîn ku wan bi aliyên Qibrisê yên Yewnanî û Yekîtiya Ewropayê re li ser hevkariya penaberan axivîn û got:
“Lubnan ji dema şerê li Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir, di warê mazûvaniya koçberan de barê herî mezin di nava welatên herêmê û cîhanê de girtiye ser xwe.
Pirsgirêka penaberan bandoreke mezin li ser Lubnaniyan dike.”



