HPG: Hevrê Viyan helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû

Bi daxuyaniyeke cuda HPG’ê nasnameya gerîleyeke şehîd jî eşkere kir û got: “Bîranîna şehîd wê bibe sedema me ya têkoşînê.”

HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku gerîla Viyan Helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 21’ê Nîsanê de li herêma Qendîlê şehîd bûye.

Têkildarî jiyana şoreşgerî a gerîlaya şehîd HPG’ê anî ziman, şehîd Viyan têkoşîna gelê me ya li tevahiya Kurdistanê weke têkoşîna xwe dît û jJi bo vê jî bi îdîa û biryardariyeke mezin berpirsyariyeke dîrokî hilgirt ser milê xwe.

“Şehîd Viyan têkoşîna gelê me ya li tevahiya Kurdistanê weke têkoşîna xwe dît”

Bi domdarî HPG’ê got:

Hevrêya me Viyan Nasnameya milîtaniya PAJK’ê bi serbilindiyek mezin hilgirt û bi layiqî pêk anî, di heman demê de bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê re, bûye navê bersiva herî rast a li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr.

Di serî de malbata gerîla, HPG’ê sersaxî ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re xwest û dawiyê destnîşan kir ku bîranîna şehîd wê bibe sedema wan ya têkoşînê.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlaya şehîd wiha ne:

Nasnav: Viyan Helo
Nav û Paşnav: Îlham Saedmucîşî
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê Dayikê: Zuleyha
Navê Bav: Hûseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2024/ Qendîl

Back to top button