Qeys Elî: Astengiya li pêşiya hikumeta Iraqê hebûna leşkerên Tirkiyeyê ye

Enqere ya ji rewşa aloz ya li Iraqê sûdê digre, leşkerên xwe yên dagirker li ser xaka wî welatî jî zêde dike.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq jî îşaret bi vê yekê kir û got: Yek ji astengiyên li pêşiya hikumeta Iraqê hebûna leşkerên dewleta Tirk in.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya dîplomasî û bazaran, dixwaze hebûna xwe ya li ser xaka Iraqê rawa bike.

Her di vê çarçoveyê de, 22’ê Nîsanê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî 12 salan serdana Bexda û Hewlêrê kiribû.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî derbarê astengiyên li ber hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sudanî daxuyaniyek belav kir.

Qeys Xez Elî da zanîn ku yek ji astengiyên li pêşiya hikumeta niha ya Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sudanî, hebûna hêzên dewleta Tirk û Hevpeymana Navnetewî yên li Iraqê ne.

Xez Elî bang li hikumetê kir ku pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê çareser bike, li gorî destûrê mafê wan biparêze.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq di dewama daxuyaniya xwe de got:

“Divê kertên taybet bi awayek wisan werin aktîf kirin ku ji bo gelê Iraqê derfetên kar ava bikin.

Herwiha divê li herêmên ku ji şerê DAIŞ’ê bandor bûne, lihevhatinek rast ji bo herêmê were kirin.”

Xez Elî balkêşa ser hilbijartina serokek ji bo parlametoya Iraqê û wiha bi dawî kir:

“Divê mijara hilbijartina serokê parlamentoyê were zelalkirin, ji ber ku ev mijar gelek paşket û em bang li hêzên siyasî yên Sunî dikin ku ji bo vê mijarê hewl bidin.”

Back to top button