Kurdistaniyên li Ewropa li dijî tecrîd û êrişan daketin qadan

Li Parîsê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk yên li hemberî Şengal û Rojava meşek hat lidarxistin.

Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Em li dijî dagirkeriya Tirkiyê Kurdistanê biparêzin” hat hilgirtin.

Di tevahiya meşê de ku heya bi Meydana Bastîlle dom kir belavokên CDK-F hatin xwendin û belavkirin. Her wiha bi domdarî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Li Meydana Bastîlle çalakî veguherî mîtîngê. Piştre Hevserokê CDK-F Necmettîn Demîralp axivî.

Demîralp li dijî tecrîdê balkişand li ser bêdengiya hêzên navdewletî û got:

“Bêdengiya civak û dewletên navnetewî, Tirkiyê teşwîq dike ku li Kurdistanê sûcên şer bike.”

Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya ku wê roja 1’ê Îlonê li Birukselê pêk bê bi dawî bû.

Back to top button