Serokê YNK’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re civiya.
Yek ji mijarên sereke hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ye.
Berpirsê Melbendê YNK’ê yê Germiyanê Dr. Salar Mehmûd jî dibêje;
Eger hilbijartin pêk neyê, metirsî heye ku parlamentoya Başûrê Kurdistanê bê hilweşandin.

Di nava demên dawiyê de, trafîka dîplomasiya navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê de zêde bûye.

Şandeyên Partî Demokratî Kurdistan PDK û Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan YNK li pey hev serdana Bexdayê dikin.

Yek ji mijarên sereke hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ye ku tê payîn 10’ê Hezîranê pêk were.

Piştî serdana cîgirê serokê PDK’ê, serokê YNK’ê Bafil Talebanî berê xwe da Bexdayê.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrê Iraqê, Bafil Talebanî bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya ye.

Hate gotin ku di civîna her du aliyan de behsa tedbîrên hikumetê yên jibo reformên aborî, rêvebirina bernameyên hikumetê hatiye kirin.

Herwiha hate gotin, Sûdanî û Talebanî di civîna xwe de rewşa Iraq û herêmê guftugokirin.

Di daxuyaniya serokwezîrê Iraqê de, behsa hilbijartina parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê nehatiye kirin.

Lê li gorî medya YNK’ê mijara sereke ya civînê, hilbijartina parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê bû.

“Eger hilbijartin neyê kirin wê herêm bi metirsiyeke mezin re rû bi rû bimîne”

PDK’ê ji bo hilbijartin pêk neyê li nava Başûrê Kurdistan û Iraqê hemû hewildanên xwe dike.

Hemû aliyên din yên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Iraq û civaka navdewletî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Berpirsê Melbenda YNK’ê ya Germiyanê Salar Mehmûd behsa bandor û metirsiyên paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir.

“Şovenîstên Iraqê ji sîstema federal poşmanin û dixwazin destûrê biguherînin”

Berpirsê Melbenda YNK’ê Salar Mehmûd got;

“Gotegot hene ku dê desturê Iraqê bê guhertin.

Eger destûr bê guhertin jî wê destpêkê destkariya madeya 140 û kêmkirina mafên gelê Kurd bê kirin.

Lewma eger hilbijartin bên paşxistin metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Başûrê Kurdistanê heye.”

Beriya du salan dema parlamentoya Başûrê Kurdistanê bidawî bûbû.

Dadgeha Federal ya Iraqê, Parlamentoya Başûrê Kurdistanê betal kir.

Niha jî metirsî heye parlamentoya Başûrê Kurdistanê were hilweşandin.

Salar Mehmûd: Weke YNK bi israrin hilbijartin di dema xwe de bên kirin

Salar Mehmûd têkildarî helwesta partiya xwe YNK’ê ya derbarê hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê got;

Em weke YNK bi israrin hilbijartin di dema xwe de pêk were.

Back to top button