Ji bo azadiya Rêber Apo gelê Kurd û dostên xwe Kampanya “Ji CPT re name” dane destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de Meclîsa Jinê ya Rozerîn a rêxistina jinên Kurd ên li Dortmûndê dijîn 450 name ji CPT’yê re şandin û banga tevlîbûna seferberiyê kirin.
Meclîsa Jinan a Rozerîn a li bajarê Dortmûnd ê Almanyayê, ji bo kampanya “Ji CPT re name” ya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) ve ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, seferber bûn.
Di çarçoveya kampanyayê de 450 name ji Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) re hatin şandin.
Di naveroka nameyê de pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê tê şermezarkirin û ji CPT tê xwestin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Nûnerên Meclîsa Jinan a Rozerîn 450 name birin postayê û ji CPT re şandin.
Li vir jinan ji bo azadiya Rêber Apo banga seferberiyê li jinan kir.
Heta niha jî kampanya li seranserî Almanyayê dewam dike.