Dr.Kamuran Berwarî: Iraq dixwaze desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dawî bike

Akademîsyen Dr.Kamuran Berwarî derbarê avakirina baregeha leşkerî ya bi ser sînorê Zaxoyê û hevkariya Bexda û Enqereyê axivî û got:
“Avakirina 2 baregehên leşkerî ya piştî 30 salan li bajarê Zaxoyê statuya Başûre Kurdistanê ber bi xetereyê ve dibe.
Iraq dixwaze ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dawî bike.”

Erdoganê faşîst piştî 12 salan di 22’yê Nîsanê de serdana Iraqê kir û li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî re civiya.

Pişti civînê hat eşkerekirin ku di navbera Iraq û Tirkiyê de 24 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin.

Her wiha bi hikumeta Iraqê re peymana “Rêveberiya Çavkaniyên Avê” ya 10 salan hat îmzekirin.

Piştî van hevdîtinan Iraqê piştî 30 salan li gundê Kişanî yê navçeya Zaxo yê nêzî sînorê Tirkiyê 2 baregehên leşkerî ava kirin.

Siyasetmedar û akademîsyen Dr.Kamuran Berwarî derbarê mijarê de axivî.

Dr.Kamuran Berwarî: Destpêka şereke mezin ê Stratejîk tê kirin

Dr.Kamuran Berwarî diyar kir ku li sînorê Zaxoyê avakirina baregehên leşkerî ya hêzên leşkerî ya Iraqê amadekariyên şerekî mezin e û got:

“Ji sala 2016’an heta niha ev amadekarî tên kirin.

Di serdema hikumeta Kazimî di navbera Tirkiyê û Iraqê de gavên mezin hatibûn avêtin.

Ev gav jî li dijî berjewendiyên neteweyî yê gelê kurd bû.

Destpêka şereke mezin ê Stratejîk tê kirin.

Iraq dixwaze ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dawî bike.”

Dr.Kamuran Berwarî: Çawa Sedam Hisên têk çû wê Erdogan jî têk biçe

Berwarî anî ziman ku Erdogan bi ser esasê dijminatiya gelê kurd bi Iraqê re hevkariyek îmze kiriye û wiha domand:

“Ev plana ku tê xwestin pêk bînin dê encam negire.

Erdogan ji aliyê hêzên netewdewletî û herêmî ve ji bona tunekirina deskeftiyên niştemanî ya Kurdan a weke Şengal, Mexmûr, Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat di nav seferberiyekê de ye.

Çawa Sedam Hisên têk çû dê Erdogan û hizba wî jî têk biçe. ”

Dr.Kamuran Berwarî: Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd û deskeftiyên Kurdan tevdigere

Dr.Kamuran Berwarî destnîşan kir ku avakirina baregaha leşkerî ya Zaxo li ser statûya Başûrê Kurdistanê gefeke mezin e û got:

“Ev plana wê nîşan dide ku di asta cîhanî de qirkirina gelê kurd bibe yasayî.

Têkbirina deskeftiyên gelê kurd di sala 1999’an de bi komploya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kir.

Gelê kurd li hemberî van planan amade ye.

Başûrê Kurdistanê bi destê xwe gora xwe dikole û li dijî gelê Kurd û deskeftiyên kurdan tevdigere.”

Back to top button