Di hewldaneke armancgirtinê de çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin

Di hewldaneke armancgirtina endamê Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerê ya Dêra Zorê de çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD li ser Malpera xwe ya fermî da zanîn ku roja înê li dijî endamê Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê hewldaneke armancgirtinê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiyê pêkanîn.

Êrîşa li ser erebeya endamê Têkiliyên Leşkerî li bajarê Besra yê gundewarê Dêra Zorê pêk hat.

QSD’ê li ser Malperê xwe diyar kir ku wan êrîş têk birine û çeteyek hatiye kuştin yek jî birêndar bûye.

Li gor agahiyên ku QSD’ê, bi çeteyê hatî kuştin re çekek û hîzameke teqemenî hatin dîtin.

Back to top button