Leyla Mûrad tevî hevser û kurê xwe di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de cih girt

Dayika sê zarokan Leyla Mûrad li gundê Pino li refên herî pêş tevlî berxwedana li dijî çeteyan bû û di rizgarkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi roleke mezin rabû.Leyla Mûrad diyar kir ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi saya şehîd û jin û gelê taxê bi ser ket.

Leyla Mûrad bi eslê xwe ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û li Helebê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe.

Dayika 3 zarokan e, kurê wê Cûdî Amanos di 16’ê Sibata 2018’an de de dema Berxwedana Serdemê şehîd bû.

Birayekî Leyla Mûrad şehîde, sê birayên wê jî tevlî nava refên tevgera azadiyên bûn.

Leyla Mûrad bi van gotinan qala êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê kir.

Leyla ragihand ku ew, hevser û kurê xwe di li refên herî pêşê yên eniyê bûn.

Tevî sê zarokan Leyla hebû jî li gundê Pino li refên herî pêş tevlî berxwedana li dijî çeteyan bû û di rizgarkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi roleke mezin rabû.

Leyla Mûrad dawiya nirxandinê xwe de destnîşan kir ku ew bi berxwedanê gihîştin vê astê û got:

Li dijî êrîş û dorpêçê em hîn jî li ber xwe didin.

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navê xwe weke keleha berxwedanê li dîrokê nivîsandin, em ê di berxwedanê de israr bikin.”

Back to top button