Amadekariyên ku ji bo Hilbijartinên Şaredariyan ên giştî li herêmê têne kirin, dewam dikin.
Bi vê armancê hê PYD’ê, Kongra Star, Partiya Sûriya Pêşeroj û Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di nava pêşhilbijartinan de ne û namzatên xwe diyar dikin.
Îro jî bi vê armancê pêşhilbijartin li Xera ya Hesekê û navçeya Zirganê hatin lidarxistin.
Li bajarokê Xera yê Hesekê pêşhilbijartinên Partiya Yekîtiya Demokratîk hatin lidarxistin.
Ji seatên sibehê ve xelkê Xerayê berê xwe dan sindoqan û dengê dan.
Hevrikî di navbera namzatên bi navê Adil El Ehmed – Ekrem Îsa û Ednan Silêman Eyûb de bû.
Piştî ragihandina encaman dê kesê di pêşhilbijartinê de biserketî derbasî hilbijartinên giştî yên şeredariyan bibe.
Li navçeya Zirganê jî pêşhilbijartinên PYD’ê hatin lidarxistin.
Li vir jî şêniyên navçeya berê xwe dan sindoqan û dengê xwe bikaranîn.
Her wiha ji cihên ku pêşhilbijartin lê hat li darxistin, bajarokê Hedadiyê bû.
Li vir jî namzatên PYD’ê û Kongra Star hatin eşkerekirin.



