Li bajarê Minbicê bi merasîmekê sersaxî ji malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed El-Mibarek re hat xwestin.
Şeneyên tevlî merasîmê bibûn, soza berxwedanê û mezinkirina têkoşînê dan.
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Mihemed El Mibarek 29’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.
Xelkên minbicê Malbata şehîd bi tenê nehiştin û sersaxî dan malbatê.
Di merasîma sersaxiyê de, Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah El Mirî got:
Em bi saya fedakariyên şehîdan, gihiştin vê astê, ji bo wê emê rêya şehîdan dewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Minbicê Sîham Hemo jî axivî û destnîşan kir ku heta armancên şehîdan bi dest bixin, dê şopdarên rêya wan bin.
Sersaxiya ji malbatê re didome.