Gef li girtiyên ku rastî êşkenceyen hatine hat xwarin

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêxtên dewleta Tirk di asta herî jorde dewam dike.
Ji ber lêdana gardiyanan ser çavên girtiyan bûye bîrin û gefên kuştinê li wan hatiye xwarin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê di serdegirtina qawîşan de girti rastî tundiyê hatine û ew gotin ji girtiyan re hatiye gotin:Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin.”

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zext, tundî, binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî didomin.

Hat ragihandin ku girtiyên bi navê Ûgûr Urun û Îlhamî Îşçî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê di 26’ê Adarê de, di avêtina ser qawîşan de rastî tundî û gefên gardiyanan hatine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di lêgerîna li qawîşê de ku her hefte ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê kirin, gengeşî çêbûye.

Piştî gengeşeyê Urun û Îşçî hem rastî tundiyê hatine.

Piştî êrişê, girtî xistine hucreyên yekkesî.

Her wiha gava girtî ji bo raporê çûne cem bijşîşk, bijîşk ew muayene nekirine.

Parêzerên hay ji bûyerê çêbûn jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Islahiyeyê dan û giliyê rêveberiya girtîgehê kirin.

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê-OHD a Dîlokê Yûsûf Kartal çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir.

“Ji ber lêdanê ser çavê girtiyan bûye bîrîn”

Yûsûf Kartal ku ewil çû serdana girtî Îşçî der barê hevdîtinê de ev tişt got:

“Dema em çûn girtîgehê me dît ku ser çavê muwekîlê me Îlhamî Îşçî bi birîn e.

Îşçiyê ku bi ekîba lêgerînê re bû geriyaye, diyar kir ku gardiyanan xwestiye benikê wan ê ku kincên xwe pê daldiqînin jêbikin û wî jî îtiraz kiriye.

Piştî vê gardiyan bi ser wî de çûne û wî jî xwestiye hevdîtinê bi sergardiyan re bike.

Sergardiyanê hatiye qawîşê, ji wî re gotiye ‘Tu nikarî li ber karmendên min rabî’.

Piştî vê ji gardiyanan re gotiye ‘Wî bibin.’

Bi vê re 4-5 gardiyan îşçî li erdê dirêj kirine û ew bi lêdanê ji qawîşê derxistine.

Ûgûr jî rastî heman tiştî hatiye.”

“Gefê ‘hûn rastî dema esat oktay hatine yan na’ li gîrtiyan hat xwarin”

Kartal destnîşan kir ku serdardiyanê girtîgehê gef li muwekîlên wî xwariye û ji wan re gotiye:

“Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin.”

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê-OHD Yûsûf Kartal di dawiyê de diyar kir ku ji bo berpirs bên cezakirin ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.

Back to top button