Serokdewleta Gîneyê hat girtin û rewşa awarte hat ragihandin

Li Gîneyê, artêş dest danî ser rêveberiya welat..

Di encamê de serok-dewlet Alfa Kondî hat girtin..

Li seranserê welat rewşa awarte hate ragihandin..

Piştî agahiyên darbeyê belav bûn, li paytext Konakrî bi hezara kes dest bi pîrozbahiyê kirin.

Li yek ji welatên Afrîkaya Rojava li Gîneyê, doh hejmareke ji fermandarên hêzên taybet, bi derbeya leşkerî rabûn..

Derbe bi rêya daxuyaniya di televizyonê de hate eşkerekirin..

Fermandarê hêzên taybet Mamadî Domboya di daxuyaniyê de eşkere kir ku wan destûra bingehîn a heyî betal kiri ye,

Dawî li xebatên saziyên dewletê anîne û hemû sînorên bejahî û hewayî girtine..

Domboya her wiha ragihand ku serok-dewletê berê Alfa Kondî jî vê gavê di destê wan de ye..

Dîmenên Kondî yên di destê hêzên taybet de hatin belavkirin..

Di vê navberê de heta demeke ne diyar li welat rewşa awarte hate ragihandin..

Tevî biryarê jî bi hezaran kes li paytext Konakrî daketin kolanan û ji ber derbeya leşkerî kêfxweşiya xwe anîn ziman..

Wezareta karê derve a Fransayê bi daxuyaniyekê derbe şermezar kir û bang li rayedarên artêşê kir ku serokwelet Alda Kondî berdin..

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antony Guters jî li dijî artêşa derbekar nerazîbûn nîşan da..

Welatê Gîne, ku ev demeke di nava aloziyeke mezin de ye, yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye..

Sala 2020’an piştî ku Alfa Kondî ji bo cara sêyemîn bû namzetê serokatiyê, li welatê xwepêşandan pêk hatin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin..

Back to top button