Asayîş: Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên Asayîşê jî li Dêrazor jî 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Hêzên Asayîşê jî mîna şervanên QSD’ê ji bo ewlekariya herêmê di nava amadebaşiyê de ne.

Beriya 2 roja Asayîşê li Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xist.

Navenda Ragihandinê a Asayîşê bi daxuyaniyekê encama operaysonê eşkere kir û wiha got:

“Li rojavayê Dêrezorê kesekî ku bi gumana bi DAIŞ’ê re kar dike ji aliyê hêzên me ve hate şopandin.

Di encama lêkolîn û lêpirsînê, ev guman hatin piştrastkirin.

18’ê Nîsanê, hêzên me yên teybet bi operasyonekê ew çete girtin.”

Bi daxuyaniyek din Asayîşê encama operasyonekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê ku di 4’Nîsanê pêk hatibû de, eşkere kir.

Di çarçoveya şopandina Îstixbaratî û komkirina agahiyan de, berpirsê DAIŞ’ê yê komkirina zekatê li gundewarê rojavayê Dêrazorê eşkere bû.

Piştî vê, hêzên HAT’ê bi operasyonekê ew çete girt.

Bi çete re, çek û cebilxaneyên heyî jî hatin desteserkirin.

Ji bo di warê qanûnî de ev çete werin darizandin, Asayîşê ew şandin Dozgeriya Giştî.

Li Hesekê QSD’ê 38 kes bi gumana DAIŞ’ê girtin

Back to top button