Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rêbazan êrîşî xaka Bakur û Rojyhilatê Sûriyê dikin.
Îro careke din dewleta Tirk bi dijwarî çend deverên herêmê topbaran kirin.
Ev êrişên rojane hêrsa gel zêde dike û radike ser piyan.
Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan êrîş bi tundî red kirin û tekez kir ku kiryar û êrîşên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer e.
Dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê êrîş û gefxwerinên dewleta Tirk a dagirker nasekinin.
Rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê herêmê dide ber topan.
Gundên Ewn Dadat û Toxarê yên Bakurê Minbicê hatin tobaran kirin
Îro jî careke din gundê Ewn Dadat û gundê Toxarê yên bakurê bajarê Minbicê rastî topbarana dewleta tirk hatin.
Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gundê Toxarê bi obîs û guleyên moşekan hat tobarekirin.
Dagirkeriyê gundê Elqemiyê yê navçeya Şera tobaran kir
Di heman demê de Dewleya Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrîn-Şehbayê tobaran kir.
Duh jî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî dijî Tirbespiyê, kobanê, Minbic û şehbayê pêk anî.
Di encama êrîşê de sivîl birîndar bûn û zirarekî mezin gihişt milkên welatiyan.