Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina jinan bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dagirkerî her tin jinan dike armanc û got:
“Kiryar û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan sûcekî şere.
Beriya di rojan li kantona Kobanê berdevka rêxistina me û hevjînê wê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin armanckirin.
Em weke Rêxistina Sara van êrîşan şermezar dikin û bang li aliyên peywendîdar dikin ku hesab ji dagirkeriyê were pirsîn.”
Rêxistina Sara di dawiyê de daxwaza ferzkirina ambargoya hewayî ya li ser herêmê kir.
Birîndarên êrişa Kobanê: Dewleta Tirk nikare îrada me têk bibe