Qebîleya El Igêdat piştgiriyî dide Rêveberiya Xweser

Rûspiyên Êlên El Igêdat destnîşan kir ku alîgirên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê hewl didin fitneyê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratk derxin.
Rûspiyan piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anîn ziman û gotin:”Em ê mil bi mil li hember van destwerdanan bisekinin.”

Têkildarî tevgerên biguman ên vê dawiyê yên li Dêrazorê çêbûne, rûspiyên qebîleya El Igêdat axivîn.

Rûspiyên El Igêdat hewldanên têkbirina aştiya li herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anîn ziman.

Rûspiyên El Igêdat : Em jî li hemberî êrîşan bi hevgirtin û hêza xwe bi QSD’ê re ne

Rûspiyê êla El Enabze ya qebîleya El Igêdat Rida Ewad El Elî êrişên çeteyên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê yên li dijî axa Sûriyeyê û herêmên rojhilatê Firatê şermezar kir û got:

“Ev kom dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin û fitneyê derxin.

Em jî li hemberî êrîşan bi hevgirtin û hêza xwe bi QSD’ê re ne.

Yê ku bixwazin aramiya herêmê têk bibin emê li hemberî van bisekinin.”

El Elî bal kişand ser girîngiya diyalogên navxweyî û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan maseya diyalogê ji her kesî re vekirî ye.

Rûspiyên El Igêdat : Em ê mil bi mil li hember van destwerdanan bisekinin

Rûspiyekî din êla El Enabze Subah Ewad El Emaş destwerdanên aliyên derve yên li dijî ewlehiya herêmê şermezar kir û got:

“Em piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin. Em ê mil bi mil li hember van destwerdanan bisekinin.”

El Emaş destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya naxweyî rêya çareserkirina aloziyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir:

“Destwerdanên derve, çi ji aliyê Tirkiye yan jî Îranê yan jî hêzeke din ve çareseriyê asteng dikin.

Destên kirêt hene ku hewl didin fitneyê di nava me de derxin û projeya Rêveberiya Xweser asteng bikin.

Lê emê bi hêza xwe QSD’ê re li dijî van fitneyan bisekin û aramiya herêmê biparêzin.”

Back to top button