Li Şehbayê 292 kedkarên Tenduristiyê xizmetê didin

Li Şehbayê 292 kedkarên tenduristiyê xizmetê didin gel.
Zêdeyî 170 komîteyên tenduristiyê û li meclîsan jî 24 komîteyên tenduristiyê hene.
Ambargoya ku li ser herêmê tê sepandin, qeyraneke tenduristiyê ya giran û kaosê diafirîne.
Ji ber ambargoya hikûmeta Şamê, pêdiviyên tenduristiyê nagihine herêmê.
Nexweşxaneyên heyî jî dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk.

Şêniyên Efrînê yên ku di sala 2018’an ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, neçar man cih û warên xwe terk bikin li Şehbayê bi cih bûn.

Şêniyên Efrînê li Şehbayê pêşî pergala Tenduristiyê ava kirin.

Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehba ku bi 217 kedkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Avrîn de ne.

78 kedkarên tenduristiyê li Nexweşxaneya Til Rifet xizmetê didin gelê xwe.

Zêdeyî 170 komîteyên tenduristiyê û li meclîsan jî 24 komîteyên tenduristiyê hene.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehba Dr. Azad Reşo li ser pergala tenduristiyê ya kantonê ji ANF’ê re axivî.

Dr. Azad Reşo got: “Ji bo şêniyên Efrînê, Kantona Şehbayê herêmeke dijwar bû.

Ji ber şerên berê ji sedî 90’ê herêmê wêran bûye. Binesaziya herêmê hema bêje tune bû.

Nexweşxane, navenda tenduristiyê hwd. tu sazî û rêxistinek têkildarî tenduristiyê tune bû.

Bijîşk û personelên me yên tenduristiyê yên Efrînê di bin konan de xebatên tenduristiyê meşandin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser gava yekemîn vekirina Nexweşxaneya Avrînê bû.

Nexweşxaneya Avrîn bi pêşketina beşan hêdî hêdî mezin bû.

Ji nexweşiyên jineolojî û zarokan, ji nexweşiyên hundir heta dermatolojiyê klînîk hatin vekirin.”

Êrîş, Ambargo û qeyrana Aborî

Di berdewamiya axaftina xwe de Dr. Azad Reşo bal kişand ser zehmetiyên Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê û wiha axivî:

“Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji neçarî dibe sedema zehmetiyê û qeyrana aborî.

Ambargoya ku li ser herêmê tê sepandin, qeyraneke tenduristiyê ya giran û kaosê diafirîne.

Ji ber ambargoya hikûmeta Şamê, pêdiviyên tenduristiyê nagihine herêmê.

Nexweşxaneyên me jî dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk.”

Dr.Azad Reşo: Rêxistinên alîkariyê piştgiriyê nadin

Dr.Azad da zanîn ku gelek rêxistinên alîkariyê derbasî kantona Efrîn û Şehba bûne lê ji çavdêrî û lêkolînê wêdetir derneketine û got:

“Gelek saziyên alîkariyê ji derveyê herêmê tên kantonê, nexweşan muayene dikin, lê ji nexweşan re nabin derman.

Her çiqas derfetên wan hebin jî pêdiviyên wan ên dermanan nayên bicihanîn.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heta niha nehatiye kantonê.”

Back to top button