Medyaya Ukraynayê: S-400 a Rûsan hat rûxandin

Ukrayna di nava metirsya winda kirina şerê bi Rûsyayê re ye.
Serokwezîrê Ukraynayê Denis Şmihal derbarê şerê bi Rûsyayê re axivî û diyar kir ku heger di şer de winda bikin Şerê Cîhanî ya Sêyemîn derkeve.
Rayedarê CIA’yê Bîll Burns jî heman metirsiyê anî ziman û got: Ger alîkariyek cidî nebe dibe ku Ukraynayê îsal şer winda bike.
Li aliyê din îstîxbatên Ukrayna û Polonyayê ajanekî Rûsî ku amedekariya kuştina Zelensky dikir girtin.

Medyaya Ukraynayê îdda kir ku S-400 a girêdayî artêşa Rûsî di êrîşekî de şeva 17’ê Nîsanê hatiye rûxandin.

Li gorî kanala Telegramê Dosye Şîpona ya alîgirê Ukraynayê ev êrîşa li ser S-400 bi Pergala Moşeka Taktîkî ya girêdayî Amerîkayê pêk hatiye.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşê de moşeka SCALP a çêkera hevpar a Îngîlîstan-Fransî û bombeyên Amerîkî hatiye karanîn.

Tevlî van îddayan hat diyarkirin ku êrîş bi kordînasyona artêşa Ukraynayê û Îstîxbarata Wezareta Ukraynayê ve hatiye kirin.

Ji aliyê Rûsya û Ukraynayê ve derbarê êrîşê de hîna daxuyaniyek nehatiye dayîn.

CIA: Ger alîkariyek cidî nebe dibe ku Ukraynayê îsal şer winda bike

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê piştî dorpêça siyasî ya bi mehan, wê roja Şemiyê ji bo pakêteke alîkariyê ya ji 61 mîlyar dolarî ya ji bo Ûkraynayê ku piraniya wê leşkeriye deng bên danîn.

Rayedarê CIA’yê Bîll Burns li Navenda George W. Bush peyivî û diyar kir ku ger alîkariyeke cidî di warê leşkerî de bê kirin kapasîteya Ûkranya ya ku xwe bide hev heye.

Bill Burns got:

“Heta alîkariyek cidî nebe wê rewş xeternak be.

Rîska ku heta dawiya sala 2024’an Ûkraynayî li qada şer winda bikin, ya jî qet nebe wê Pûtîn di pozîsyoneke ku şertên çareseriya siyasî diyar bike de be.”

Şmihal: Heger şer winda bikin şerê cîhanî derkeve

Li aliyê din Serokwezîrê Ukraynayê Denis Şmihal derbarê şerê bi Rûsyayê re axivî û diyar kir ku heger di şer de winda bikin Şerê Cîhanî ya Sêyemîn derkeve.

Şmihal destnîşan kir ku di serî de Amerîka divê hevalbendên Rojavayî demildest alîkariyan bişînin Ukraynayê û ev tişt anî ziman:

“Heger em nikaribin xwe biparêzin dê Ukrayna têk biçe.

Bi vî awayî dê pergala ewlehiya gerdunî tune bibe.

An jî dê gelek pevçûn û şer derkeve holê.

Dibe ku ev pêvajo rê li ber şerê Cîhanî ya Sêyemîn veke.”

Amadekariya suîkastê ya li dijî Zelensky

Îstîxbatên Ukrayna û Polonyayê ajanekî Rûsî ku amedekariya kuştina Zelensky dikir girtin.

Xebatkarên Îstîxbarata Ukraynayê û dozgerên Ukraynayê hevkarên xwe yên Polonî di derbarê hewldanek kuştinê ya muhtemel de agahdar kirin, di vê dozê de delîlên girîng dan wan.

Ajanê ku ji servîsên taybet ên Federasyona Rûsyayê hatibû wezîfedarkirin li Polonyayê hat tesbîtkirin û hat binçavkirin.

Lêpirsîn ji aliyê Servîsa Ewlekariya Hundirîn ve di bin çavdêriya Dozgeriya Neteweyî ya Polonyayê de tê meşandin.

Rûsya êrîşî bajarê Çernîgov a Ukraynayê kir

Back to top button