Gerîlayên YJA Starê dagirkerek ceza kirin, çeperek îmha kirin

Artêşa Tirk a qirker tenê di nava hefteya derbasbûyî de, li dijî herêmên parastinê yên medya 66 êriş pêk anî.
Tevî van êrişan, gerîlayan derbên xurt li dagirkeran dan.
Gerîlayên YJA-Starê li Zapê leşkerekî artêşa Tirk ê dagirker cezakirin û çeperek jî îmhakirin.

Li Zapê gerîlayên YJA Starê derbên xurt li artêşa Tirk a qirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl,

Gerîlayên YJA Starê 9’ê Nîsanê di encama çalakiyeke sekvanî ya li Qada berxwedanê ya Girê Amediyê de, dagirkerek ceza kirin.

15 û 18’ê Nîsanê gerîlayan bi çekên nîv otomatîk li heman cihî êrişî leşkerên dagirker kir.

17’ê Nîsanê jî nava rojê, du caran gerîlayan bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin.

HPG’ê diyarkir ku li herêma Rojavayê Zapê artêşa Tirk a qirker 5 caran bi çekên qedexekirî qadên gerîla bombebaran kir.

Her wiha ji 12 heta 18’ê Nîsanê artêşa Tirk a qirker bêtirî 66 caran bi balafirên şer herêma Metîna, Garê, Xakurkê, Zap û Qendîl bombebaran kir.

Back to top button