Teqîna li Îsfehan a Îranê

Doh bi şev li Îsfehan a girêdayî Îranê teqînek pêk hat.
Piştî teqînê di serî de medyaya Amerîkî, hin ajansan îdda kirin ku Îsraîl li dijî Îranê êrîş pêk aniye.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li nêzî baregeha hewayî ya leşkerî ya li Îsfehanê “3 teqîn” hatin bihîstin.
Lê belê medya û rayedarên Îranê ragihandin ku ti êrîşek derve li dijî Îranê pêk nehatine.

Li Îsfehan a Îranê bi şev teqîneke pêk hat.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çend saetan piştî teqîna li Îsfehanê daxuyaniyek da lê belê di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir.

Reîsî têkildarî operasyona di 13’ê Nîsanê de ya li dijî Îsralê anî ziman ku ev operasyon nîşaneya otorîteya dewleta Îranê, îrade û yekîtiya gelê Îranê ye.

Huseyîn Dalîrîan ê berdevkê ajansa fezayê yê Îranê got:

”Agahiyên ku ji aliyê medyaya Emerîkî ve hatine ragihandin ne rast in.

Heya niha ji derveyî sînorê Îranê li dijî Îsfehan û deverên din tu êrîşên hewayî pêk nehatine.”

Li gorî Îranê tu êrîş pêk nehatine

Dalîrîan li ser medyaya dîjîtal X’ê peyamek weşand û got:

”Bes hewldaneke biçûk a firandina dronekê çêbû lê belê ew jî hate xistin.

Her wiha Dalîrîanî derheqê berpirsiyarên vê bûyerê de tu agahî neda.

Medyaya Îranî: Ti êrîşeke li dijî îranê pêk nehatiye

Di nûçeya ajansa Tasnim a Îranê de li ser mijara teqîna li Îran wiha hat gotin:

“Îdda û gotegotên Îsraîlê ku dibêjin li dijî Îsfehan an jî heremek din a Îranê êrîş pêk hatiye ne rast in.”

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li nêzî baregeha hewayî ya leşkerî ya li Îsfehanê “3 teqîn” hatin bihîstin.

Medyaya Amerîkî: Îsraîl êrîşî Îranê kir

Gelek kanalên televîyonê ku li Amerîkayê weşanê dikin idda kirin ku Îsraîlê bi saetên şevê li dijî Îranê êrîş pêk aniye.

Her wiha ajans û televîzyonên Amerîkayê ragihandin ku ev êrîş weke bersiva êrîşa balafirên bê mirov û moşekan ku Îranê li dijî Îsraîlê pêk anîbû pêk hat.

Israîlê li nêzî baregeke artêşa Îranê ya li Asfehanê êriş pêk anîn

Back to top button