Israîlê li nêzî baregeke artêşa Îranê ya li Asfehanê êriş pêk anîn

Îro li berbangê hinek çavkaniyan ragihandin ku Israîlê li dijî Îranê êriş pêk anîn.

Ajansa Enba Faris a Iranî ragihand ku dengê 3 teqînên mezin li bajarê Qehcefarîstan ku li bakur rojhilatê parêzgeha Asfehanê dikeve hat bihîstin.

Teqîn li nêzî baregeha Şîxarîheştem a artêşa Îranê û balafirxaneya Asfehanê pêk hatin.

Ajansa Pasdarên Îranê ragihand ku hêzên pasdar gelek dronên Israîlê xistin xwarê.

Rojnameya Cîrozalîm Post da zanîn ku Israîlê êriş bi balafirên şer ne bi dronan pêk hatiye.

Çavkaniyeke Israîlê ragihand wan êrişî baregeheke leşkerî nêzî navendeke Nuklerî li Asfehanê kir.

Aliyên ewlehî û hikûmî yên Israîlê rojnameya Cîrozalîm Post agahdar kir ku Isralî êrişî Îranê kiriye lê ji ber sedemên stratejîk berpirsyartiya van êrişan negirt ser xwe.

Televizyona ABC news ragihand ku berpirsekî Amerîkî gotiye ku Israîl ev êriş weke bersiv li dijî êrişên Îranê yên dawiya hefteyê li dijî Îsraîlê pêk anîn û wiha dewam kir:

Israîl Amerîka bi vê êrişê agahdar kir lê Amerîka beşdar nebûye.

Back to top button