Dewleta Tirk stasyona Seîde ya Tirbespiyê bombebaran kir

Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker stasyona sotmeniyê ya Seîde li navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.
Di encamê de gelek beşên wê wêran bûn.

Li gorî agahiyên despêkê gelek beşên wê wêran bûn lê agahiyên dîtir der barê zirarê de nehatin bidestxistin.

Stasyona Seîde, duyemîn stasyona herî mezin li kantona Cizîrê ye û ji dawiya sala borî ve ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker rawestiyaye.

Dagirkeriyê bendava Şehbayê careke din topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bendava Şehba ya li kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin.

Lê belê agahiyên der barê topbaranê de nehatin bidestxistin.

Back to top button