Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja 145’an de ye

Çalakiya girtiyan ya ji bo rakirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta niha bi biryardariyeke xurt dewam dike.
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku heta tecrîd li ser Rêber Apo ranebe ne li ser wan ne jî li ser girtiyan radibe û banga bihîstina dengê girtiyan kirin.

Girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de bûn, ji 4’ê Nîsanê çalakiya veguherandin qonaxeke nû.

Çalakiya girtiyan îro derbasî roja xwe ya 145’an bû.

Xizmên girtiyan bang kirin ku divê demildest polîtîkayên tecrîdê bidawî binin.

Xizma girtî Îran Ergun da zanîn ku kurê wê Taner Ergun yê li girtîgeha Tîpa E ya Burdurê girtiye, ji 4’ê nîsanê şûnde çalakiya greva birçîbûnê wek ‘boykota hevdîtina telefon, malbat û dadgehê’ didomîne.

Back to top button