Fermandarê Leşkerî Serdar Elî: Divê mala Kurd ji nû ve bê bi rêxistinkirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne.
Fermandarê leşkerî yê Başûrê Kurdisatnê Serdar Elî derbarê mijarê de axivî û got: “Tirkiye êdî şer ji çiyayan aniye nav bajar û taxan.
Her ku em mala Kurdan ji nû ve birêxistin bikin, tu dewlet nikare êrişî me bike.
Divê Kurd hişyar bin û karên xwe yên navxweyî ji nû ve birêxistin bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûre Kurdistanê zêde dike û sivîlan dike armanc.

Tenê roja Çarşemê 17’ê vê mehê 10 caran deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Hefteya borî jî li gundê Gelale yê girêdayî navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve welatiyekê sivîl hat armancgitin û şehîd bû.

Fermandarê leşkerî yê Başûrê Kurdisatnê Serdar Elî li ser êrişên dewleta tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û pêwîstiya birêxistinkirina mala Kurdan axivî.

Serdar Elî diyar kir ku divê serkirdayetiya siyasî ya Kurd hewl bide bi hev re rûnin û mala Kurd ji nû ve birêxistin bikin û got:

“Her ku em mala Kurdan ji nû ve birêxistin bikin, tu dewlet nikare êrişî me bike.

Divê Kurd hişyar bin û karên xwe yên navxweyî ji nû ve birêxistin bikin.

Hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo parastina statuya Başûrê Kurdistanê gelek girîng e.

Divê hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî di dema xwe de bên kirin.

Divê gelê Kurd biryara xwe bide.”

Serdar Elî: Dewleta Tirk şerê li çiyayan aniye nav bajar û taxan

Elî anî ziman ku Başûrê Kurdistanê di bin xeteriyeke mezin de ye û got:

“Tirkiye êdî şer ji çiyayan aniye nav bajar û taxan.

Divê em hemî van xetereyan hîs bikin.”

Back to top button