Di êrişa dagirkeriya Tirk de welatiyek din şehîd bû

Şeva borî dewleta Tirk a dagirker devera Biradostê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû.

Li gorî çavkaniyên herêmê, doh balefirên dagirkeriya Tirk gundê Nawdarok yê li sînorê Biradostê bombebarankirin.

Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de welatiyek ji gund bi navê Serwer Hacî Qadir şehîd bû.

Cenazeyê Şehîd îro danê sibehê hate dîtin.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bê navber Başurê Kurdistanê û welatiyan bombebaran dike.

Herî dawî heftiya borî li sînorê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê welatiyek hate şehîdkirin.

Ji serê salê de di êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de 10 welatî hatine şehîdxistin.

Back to top button