Li rojhilatê Kobanê balafireke bêmirov wesayîteke bombebaran kir-HAT NÛKIRIN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîteke welatiyan li rojhilatê Kobanê bombebaran kir.
Di êrişê de, 2 hevjîn bi giranî birîndar bûn.

Li gundê Ênbetê yê li rojhilatê Kobanê erebeyeke welatiyan hat bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, êriş ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatiye.

Di êrişê de Helîme Mihemed Osman û hevjînê xwe Elî Mistefa Osman birîndar bûne.

Birîndar niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rewşa birîndaran giran e.

Tê payîn di nava demên pêş de, aliyên peywendîdar li ser êrişê agahiyên zelal parve bikin.

Back to top button