Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke biheybet hatin oxirkirin.
Li goristanê gerîlayê HPG’ê Argeş Kobanê û Garzan Tolhildan jî hatin bibîranîn.
Xelkê Kantona Firatê ji bo oxirkirina cangoriyên xwe Çeko Xidirbejî (Mehmed Ehmed) û Ciwan (Cinêd) li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê kom bûn.
Her wiha Gerîlayê HPG`ê Xalid Muslim binasnav Argeş Kobanê 16’ê Çileya 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Garzan Şêx binasnav Garzan Tohildan 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bûbûn hatin bibîranîn.
Li ser navê malbata şehîd Argêş Dicle Îbo axivî û got:
“Em weke gel ji bo parastian xeta wan, wê di nava têkoşînê de bin.
Va ye bi rojane em şehîdên xwe oxir dikin.
Em jî weke gel em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
Hevjîna şehîd Mihemed û dayika şehîd Garzan Tolhildan Eyşe Şêx jî got:
“Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, em ê bi wê yekê jî bighêjin serkeftinê û wê jî misoger bikin.”
Piştire jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.