QSD’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdan eskere kir.
QSD’ê ji malbat û gelê herêmê re sersaxî xwest û got:
“Tekez em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em bigihêjin serketinê”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdan eskere kir.

Navendê diyar kir ku şervanê wan Mihemed Ehmed bi nasnav Çeko Xidir Bêcî di dema perwerdeya leşkerî de di encama qezayekê de, her wiha şervanê wan Cinêd Mihyedîn Hemê bi nasnav Ciwan jî di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûn.

Navendê derbarê mijarê ev agahî parve kir:

“Rêhevalê me Çeko di sala 2013’an de tevlî nava refên hêzên me li bajarê Kobanê bû û li hember hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da û di gelek şeran de bi hevalê xwe re bi ser ket.

Piştî ku bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî beşdarî gelek hemleyên leşkerî yên hêzên me bû, tevlî Yekîneyên Antî-Teror (YAT) bû û bi dilsozî û dilpakî erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih dianî.

Her wiha rêhevalê me Ciwan jî bi hêza xwe ya xurt ji bo bicihanîna erkên xwe yên leşkerî û bi exlaqê xwe yê baş dihat naskirin û ji bo bersivdana banga hêzên leşkerî ya ji bo tevlîbûna li her eniyekê dudilî nedbû.”

QSD’ê herî dawî ji malbatê şehîdan re sersaxî xwest û got:

“Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û hemû malbatên şehîdan re dixwazin

Tekez em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em bigihêjin serketinê û bigihêjin daxwaz û armancên şehîdên xwe li welatekî bê teror û dagirkeriyê.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ciko Xidir Bêcî
Nav û Paşnav: Mihemed Ehmed
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Ebdulezîz
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê
/1998
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê – 16 Nîsan 2024

Nasnav: Ciwan
Nav û Paşnav: Cinêd Mihyedîn Hemê
Navê Dayikê: Ezîza
Navê Bav: Mehyedîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê
/1983
Cih û Dîroka Şehadetê:Tebqa – 17 Nîsan 2024

Back to top button