KCK: Hêzên Demokratîk bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di hilbijartinan de bi destê dewletê ji bo desthilatdariyê bi her rê û rêbazê fen hatin kirin lê AKP’e têk çû û got:
“Serketina ku li dijî faşîzmê hatiye bidestxistin û encamên bi dest ketine, berpirsyariya hêzên demokrasiyê ku dînamîk û kirdeyên têkoşînê ne zêdetir kiriye. “

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser hilbijartinên xwecîhî yên Bakurê kurdistanê daxuyani da.

Di destpêka daxuyaniya KCK’ê de hate diyar kirin ku hilbijartin di nava atmosfereke antî demokratîk de hate kirin û hate gotin:

“Bi destê dewletê ji bo desthilatdariyê bi her rê û rêbazê fen hatin kirin.

Di rastiyê de tifaqa AKP-MHP-PDK-Hîzbûlkontra li Kurdistanê nekarî deng ji gel werbigirin û nekarî ti ji şaredariyan bi dest bixin.

Desthilatdariyê li Tirkiyeyê jî bi her rê û rêbazê dek û dolab gerand, li ser dijminatiya li Kurdan nijadperestî, neteweperestî, mezhebperestî, zayendîperestî û her cûre paşverûtî sor kir, bi vî rengî zext li civaka Tirkiyeyê kir.

Lê belê tevî van hemûyan jî AKP di asteke mezin de têk çû.”

KCK’ê da diyar kirin ku stratêjiya jiyana hevpar faşîzîm têk bîr û got:

“Di têkbirina faşîzmê de helwesta gelê Kurd û hebûna têkoşîna li Kurdistanê diyarker e.

Gelê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li çar paçeyan û derveyî welat jî berxwedaneke mezin nîşan dan.

Pêşengê vê berxwedanê jî helwesta Rêber Apo ya li Îmraliyê ye.

Ya ku faşîzm têk bir stratejiya jiyana hevpar û berxwedana li ser bingeha vê stratejiyê bû.”

KCK’ê di domdariya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Serketina ku li dijî faşîzmê hatiye bidestxistin û encamên bi dest ketine, berpirsyariya hêzên demokrasiyê ku dînamîk û kirdeyên têkoşînê ne zêdetir kiriye.

Ji bo me karê herî esasî ye ku encamên têkoşîna li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin, veguherînin çalakiyê, bi gel re bikin yek, li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiyeya demokratîk ava bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî got:

“Ev rastiya ku CHP’ê piştî pêncî salan bû partiya yekem, nîşan dide ku civaka Tirkiyê erka rêvebirina Tirkiyê daye CHP’ê.

Eşkereye ku civaka Tirkiyeyê ji CHP’ê hêvî dike ku bi vê berpirsyariyê tevbigere.

Eger CHP bernameya demokratîkbûnê destnîşan bike û li gorî wê gavên pêwîst biavêje wê piştgiriya pêwîst ji civakê werbigire.”

Back to top button