Wê sibe rûniştina dengdana li ser hikûmeta Elawî pêk were

Li Iraqê ku hîna aloziya siyasî didome, wê sibe dengdan li ser hikûmeta Elawî, pêk were.

Elawî berî hefteyekê ji parlementoyê xwestibû ku ji bo dengdana li ser hikûmeta wî, kom bibe.

Elawî metirsiya hebûna pilanek ji bo binketina hikûmeta xwe jî anîbû ziman.

Mihemed Elawî îro jî li ser tiwîtera xwe ragihand ku ewê sibe dengdan li ser hikûmeta wî pêk were û wê ber bi Iraqeke xurt ve biçin.

Li aliyê din parlementerekî Teyar El-Hikme diyar kir ku nakokiyên di nava aliyên siyasî yên Iraqê, li pêşiya avakirina hikûmetê dibe asteng û got:

“Elawî dixwaze bi tenê kabîneya xwe ya wezîran ava bike, lê hin hêz dixwazin ku namzet ji aliyê wan ve werin diyarkirin.”

Back to top button