177 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

177 Rojin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ ê ve hatiye revandin.
Û heta niha derheqê Silêman Ehmed de tu agahî nayên parvekirin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.”

Bi daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Silêman Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin.

Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Silêman Ehmed tu agahî parve nekirine.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtor Silêman Ehmed tevilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

176 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button