176 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 176 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û xeteriya li ser jiyan Silêman zêde dibe.

Rojnamevan Silêman Ehmed, ji 1’ê Cotmehê ve ji aliyê PDK’ê ve li se sînorê Sêmalka hat revandin.

Ji wê rojê heta niha tu agahî jê tune.

Heftiyek piştî revandina wî, asayîşa PDK’ê bi daxuyaniyek nerat û tijî derew eşkere gefa cezakirinê lê kir.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn û gotin:

PDK’ê ji ewlehî û jiyana rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

175 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button