Hikumeta Iraqê penaberan di herêmên Rêveberiya Xweser re derbasî Sûriyê dike

Rêveberiya Xweser ragihand ku propagandayên ku Rêveberiya Xweser penaberên sûrî ji herêmên xwe derdixe, derew in û got:
Hikumeta Iraqê penaberan di herêmên me re derbasî sûriyê dike.

Îro komeke penaberên dersînorkirî, gihaştin Sûriyê.

Hikumeta Iraqê ew derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin da ku piştre biçin herêmên ku jê koçber bûne.

Ji ber ku ew penaber di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin, li ser sosyal medyayê hat belavkirin ku Rêveberiya Xweser penaberan ji herêmên xwe derdixe.

Rêveberiya Xweser: Propagandayên derxistina penaberan ji herêmên me derew in

Têkildarî van propagandayan Daîreya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û got:

Ew agahiyên tê belavkirin şaş in û gotinên derew in dûrî rastiyê ne.

Bi van propagandayan dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyan de çêkin.

Hikumeta Iraqê dê di rojên pêş de bêtir Sûriyan dersînorî herêmên me bike, ji ber vê yekê em ê jî wan bigihînin herêmên wan ên jê koçber bûne.

Back to top button