Cebar Yawer: Şerê ku Tirkiye dixwaze bike, ne di berjewendiya Iraqê deye

Pisporê Karûbarên Leşkerî û Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku bi rêya yasa û destûrê parastina sînoran erkê hikumeta Iraqê ye û got:
“Şerê ku Tirkiye dixwaze li gel PKK’ê bike, ne di berjewendiyê Iraqê de ye û ne jî beşek ji şere.
Divê Kurd aliyê aştiyê bin, pirsgirêka ku di navbera PKK’ê û Tirkiyê de heyî li ser mêze bi guftugoyê were çareserkirin ne bi şer.”

Dewleta Tirk a dagirker amadekarî dike ku di vê havînê de bi hevkariya PDK’ê bi operasyonek berfireh êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê bike.

Her wiha dixwaze hikûmeta Iraqê jî bêxin nava vê plana şer, ji bo vê jî dewleta Tirk a dagirker bi hevkarên xwe ve di nava hewldanan de ne.

Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge û Pisporê Karûbarên Leşkerî Cebar Yawer derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî.

Cebar Yawer diyar kir ku bi rêya yasa û destûrê parastina sînoran erkê hikumeta Iraqê ye û wiha got:

“Iraq nekariye sînorên xwe kontrol bike, ji ber ku hêzên li sînor ti navend û baregeh nînin û nekariye hêzên xwe li sînorê Iraq-Tirkiyê bi cih bike.

Piştî hevdîtinên di navbera şandeyên Iraq û Tirkiyê de, heta niha ti nîşanek ku Iraqê wê bikeve şerek ne di berjewendiyên wê de derneketiye holê.”

Yawer anî ziman ku ji sala 90’î ve heta niha gelek operasyon hatine pêkanîn û wiha domand:

“Bi taybet operasyona ku bi navê ‘Pençe-Kîlît’ di sala 2019’an de bi rêya hewayî û bejahî destpêkirî hîna berdewame.

Her wiha şert û mercên li nava Tirkiyê ne di berjewendiya AKP’ê de ye.

Eşkere ye ku siyaseta AKP’ê ji destpêkê ve xelet bû.

Rewşa niha ya AKP’ê dibe ku ji bo pêkanîna operasyonê alîkariya hikumeta Tirkiyê neke.”

Pisporê Karûbarên Leşkerî Cebar Yawer da zanîn ku divê Kurd aliyê aştiyê bin, pirsgirêka ku di navbera PKK’ê û Tirkiyê de heyî li ser mêze bi guftugoyê were çareserkirin ne bi şer.

Back to top button