Lijneyên Hilbijartinê yên Kantonan tên avakirin

Di çarçoveya Hilbijartinên Şaredariyan ku dê 30’ê Gulanê werin pêkanîn de, li 7 Kantonan Lijneyên Hilbijartinê tên avakirin.
Piştî erêkirina Qanûna Dabeşkirina Îdarî wê nexşerêya hilbijartinê bê eşkerekirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyê wê 30’ê Gulanê (2024) hilbijartinên şaredariyan wê bên lidarxistin.

Di hilbijartinên ku piştî îlankirian rêveberiya xweser wê cara yekem pêk werin de, dê hevserokên şaredariyan û endamên meclisên şaredariyan bên hilbijartin.

Piştî diyarkirina dîroka hilbijartinê, amadekarî jî dest pê kirine.

Di vê çarçoveyê li 7 kantonên herêmê (Şehba-Efrîn, Minbic, Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Cizîr) dest bi avakirina lijneyên hilbijartinê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinê dane, komîserî û Meclisa Gelan a Demokratîk bi hevre xebatên avakirina lijneyan dimeşînin.

Lijneyên tên avakirin wê ji aliyê Komîseriyê ve di perwerdeyê re werin derbaskirin û piştre dest bi kare xwe bikin.

Qanûna dabeşkirina îdarî

Yek ji amadekariyên din ên hilbijartinê jî diyarkirina hejmara şaredariyan e.

Di rewşa niha de li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyê 121 şaredarî hene.

Lê li gorî madeya diyarkirina şaredariyan a Yasaya Hilbijartinê wê şaredarî di ber çavan re bên derbaskirin.

Ji bo vê yekê reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Îdarî hatiye amadekirin.

Piştî ku qanûn ji aliyê Meclisa Gelan ve hat erêkirin, wê hejmara şaredariyan jî ji nûve bê diyarkirin.

Li gorî agahiyên komîseriyê îhîtîmal heye ku hejmara şaredariyan bê zêdekirin.

Li gorî yasaya hilbijartinê her wargehek ku hejmara şêniyên wê bigihîje 10 hezarî, wê bibe şaredarî.

Li pey erêkirina qanûnê ku çav li rê ye di demeke kurt de were derxistin, wê Komîseriya Bilind a Hilbijartinê jî, nexşerêya (teqwîm) hilbijartinan eşkere bike û serlêdanên bigire.

Rihan Loqo: Hilbijartin ji bo şoreşa jin nimûneyeke dîrokî ye

Back to top button