Li Parlamenta Ewropayê rewşa girtiyên siyasî tê nîqaşkirin

Li Parlamenta Ewropayê li ser rewşa girtiyên siyasî yên di bin tecrîd, êşkence û muameleya xerab de konferansek hat lidarxistin.
Di konferansê de bi taybetî bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya li hemberî vê mijarê hate rexnekirin.

Li Parlamenta Ewropayê li ser rewşa girtiyên siyasî yên di bin tecrîd, êşkence û muameleya xerab de konferansek hat lidarxistin.

Konferansa ji aliyê Endamên Parlamentoya Ewropayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokratîk ên Ewropayê (AED) û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) ve hat organîzekirin.

Pisporê hiqûqa ceza û hiqûqa mafên mirovan û endama Akademîsyenên ji bo Aştiyê Dr. Gulşah Kurd jî di nav axaftvanên vekirinê de bû.

“Şert û mercên li Îmraliyê gelekî giran bûye”

Gulşah Kurd rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk û bi taybet rewşa Rêber Apo nirxand û got:

“Di 20 salên dawî de şert û mercên li Îmraliyê ji şert û metcên girtîgehê wêdetir e.

Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan nayê sepandin û hevdîtina malbat û parêzeran tê asteng kirin.

Em behsa rewşeke ku prensîbên gerdûnî tên rawestandin û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin dikin.”

Gulşah Kurd anî ziman ku heke pîvanên herî kêm ên girtiyan neyên bicihanîn jî tu wateya naskirina van pîvanan tune ye.

“Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne”

Nûnera Şandeya Îmraliyê Parêzer Lena Charlotta Lagnander jî bal kişand ser zextên pir alî yên li ser gelê Kurd û got:

“Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne.”

Lena Charlotta Lagnander destnîşan kir ku tecrîd ji bo her kesî êşkence ye û got:

“Demokrasî di bin tehdîdê de ye. Saziyên weke CPT pir lewaz in.

Divê welatên Ewropayê jî zextê li Tirkiyê bikin. Bi bêdengiya xwe kiryarên Tirkiyê dipejirînin.

Divê tecrîd bi dawî bibe. Gelê Kurd bi rûmet û berxwedana xwe ji bo me mînak e.”

“Divê li dijî vê tecrîda giran zext li Tirkiyê were kirin”

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç jî balkişanser ser erkên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) û got:

“DMME’yê beriya niha qebûl kiribû ku Rêber Ocalan bi awayekî adîl nehatiye darizandin.

Biryar hat dayîn ku cezayê muebetê li dijî mafên mirovan e. Lewma divê di vî alî de zext li Tirkiyeyê bê kirin.”

Back to top button