Li Hesekê ji bo şehîd Xwînda Dilbirîn merasima xiyabî hat lidarxistin

HPG’ê duh nasnameyên 5 gerîlayên ku di mehên Hezîran û Tebaxê de li Başûrê Kurdistanê di şerê bi dewleta Tirk re şehîd bûn eşkere kirin. Ji wan gerîlayan 2 ji Rojavayê Kurdisitanê ne, yek ji Hessekê û yek ji Dêrikê ye. Îro li Goristana Şehîdan ya Hesekê ji bo şehîd Xwînda Dilbirîn merasimeke xiyabî hate lidarxistin. Li Dêrikê jî bi sedan kesî sersaxî dan malbata şehîd Zinar Şahîn.

Gerîlaya HPG′ê Dîlan Mihemed Eşref bi nasnav Xwînda Dilbirîn di 17′ê Hezîrana 2022′yan di encama êrişên dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Îro Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê ji bo şehîd Xwînda merasimeke xiyabî hate lidarxistin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê beşdarî merasîmê bûn.

Li Dêrikê bi sedan kesî sersaxî dan malbata şehîd Zinar Şahîn

Li aliyekî din welatiyên Qamişlo beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Zinar Şahîn ‘Reşîd Kicî’ bûn ku ew jî 14’ê Tebaxa 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Di sersaxiyê de soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê ya li dijî êrişan hate dayîn.

Back to top button