Şandeya HDP’ê bi nûnerên 26 welatên endamên YE civiya

Şandeyek bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi nûnerên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re civîneke onlîne pêk anî.
Pervîn Bûldan xwest ku YE li dijî şêwazê dîktatoriya li Tirkiyê tê meşandin helwest nîşan bidin û tavilê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, bi malovaniya Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê, civîneke onlîne bi nûnerên balyozê 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re pêk anîn.

Di civînê de ku têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê û aloziya li rojhilatê Derya Spî hatin nirxandin, rojeva taybet polîtîkayên tecrîdê yên nehiqûqî yên li dijî Rêber Ocalan û rapora CPT a li ser mijarê bû.

Di civîna ku saetekê dewam kir de, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku li dijî rêveçûna Tirkiyê ya bi şêwazê dîktatorî, divê Yekîtiya Ewropa û welatên endam helwesteke hevgirtî nîşan bidin.

Bûldan diyar kir, serweriya hiqûqê û demokrasî di têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de divê diyarker bin.

Bûldan: Tecrîd li pêşiya çareseriyê asteng e

Bûldan destnîşan kir ku di mijara neçareserkirina pirsgirêka Kurd de tecrîd xwedî roleke girîng e û bal kişand ser rapora CPT.

Her wiha anî ziman ku li dijî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, divê civaka navneteweyî bi berpirsyarî tevbigerin.

Gunay: Şert û mercên nebaş hatin belgekirin

Berdevka Partiyê Ebrû Gunay jî anî ziman ku bi weşandina rapora CPT re li Îmraliyê û girtiyên Tikriyê şert û mercên nebaş hatine belgekirin û destnîşan kir ku tecrîda ku bi taybetî li ser Ocalan tê meşandin divê tavilê bi dawî bibe.

Di civînê de ji Yekîtiya Ewropayê û nûnerên welatên endam hate xwestin ku ji bo bicihanîna daxwazên di rapora CPT de hatin destnîşankirin, hikumeta Tirkiyê ji nêz ve bişopînin.”

Back to top button